Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadwerê Federalî Dema Jimartina Dengan li Florîda Heta Şemîyê Dirêj Dike


Dadwerekî federalî îro Pêncşemê biryar da ku dema jimartina dengên ku ji hêla karbidestên xwecîhî ve jiber sedema îmzayên hilbijeran hatine red kirin, heta Şemîyê were dirêj kirin.

Dadwer Mark Walker got ku armanca biryara wî ew e ku awaza pirtir ji 5,000 kesên ku bi rêka posta dengên xwe dane û ew deng ji hêla karbidestan ve nehatine pejirandin, werin bihîstin.

Biryara Walker dihêle ku bo kesên ku dengê wan jiber sedemên nasnamê nehatine jimartin, prosesa jinûve jimartinê heta 5’ê paşnîvro ya roja Şemîyê berdewam bike.

Di hilbijartinên Sêşema borî de, li gor encamên pêşîn berbijarên Komarî Rick Scott li pêş senatorê niha yê Demokrat Bill Nelson û berbijarê Komarî Ron DeSantis jî li pêş berbijarê Demokrat Andrew Gillum, bajarvanê Tollhouse ya paytexta Florîda bûn.

Li gor qanûnên Florîda gava ferqa navbar berbijarê yek û duyê ji 0.5 ji sedê bem divê prosesa jinûve jimartina dengan destpê bike û hem bo hilbijrtina posta walîtî û hem jî bo senatorî ew peyvajo didome.

Ku di gera yekê de ferqa heyî bikeve binî 0.25 ji sedê, hîngê divê gereke nû ya jimartinê dengan were kirin, lê vê carê bi destan ew yek divê pêk were.

Sîstema karaîna dengan ya bi rêka postayê ji hêla dengderên tomarkirî yên wek leşker û karmendên derwayê welêt tê xebitandin.

XS
SM
MD
LG