Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girtin û Dadgehkirina Julian Assange Xwediyê Wikileaks


Sirwan Berko û Behzad Pîrmusa

Polîsê Brîtanya roja Pêncşemê 11î Nîsanê xwedî û danerê WikiLeaks Julian Assange ji baloyzxana Ecuador derxist û ew girt, yê ku nêzîkî 7 salan bû li wêderê xwe asê kirbû.

Julian Assange ji aliyê welatê Swêd ve tê xwestin, ew bi tawana destdirêjya seksî hatîye tawanbar kirin û dadgerîya Swêd dixwaze lêprsînê li dij wî bide destpêkirin.

Polîsê London daxûyaniyek derbarê girtina Julian Assange de weşand û di daxûyaniyê de tê gotin ku" Julian Assange yê 47 salî, Îro Pêncşemê 11 Nîsanê hate girtin, saziya polîsê Metropolan (MPS) ew li baloyzxaneya Ecuador girtiîye."

Assange het çi ast girêdayî pirensîp û etîkên Rojnamegeriya azad û ramanên Azad bû? Armanca Assange ji damezrandina Wikileaks çi bû?

Çima ewqas doz li dij wî hatien vekirin? Ev pirs û ev mijar di bernama Hello Washinfton de bi mêhvanan re gotûbêj kir.

Mêhvanên bernamê şirovekar Behzad Pîrmusa ji Stokholm û berêz Sîrawan Berko Rojnamevan ji Almanya.

Şirovekar Behzad Pîrmusa di wê bawerê de ye ku Julain Assange destpêkê karek gelek baş kir û xelk li ser hin pêzanînên ku zû mirov nikare xwe bigehînê weşandin û li raya giştî parve kirin.

Rojanemvan Sirwan Berko da zanîn ku, ew bi girtina Assange kêfxweş bûye, jiber ku wî pîşeya rojnamegerîyê bo berjewendiyên xwe bikar anî û destê xwe xist tiştên li derveyî azadiya rojnamegerî û ramanên azad.

please wait

No media source currently available

0:00 0:33:17 0:00

XS
SM
MD
LG