Îro Şemîyê, 4'ê Tîrmehê, li Washingtona paytext û seranserê Amerîkayê pîrozbahîyên salvegera 250'emîn a serxwebûna Amerîkayê lidar dikevin.
Di vê salvegera 250'emîn de bi sedan pîrozbahîyên taybet hatine amadekirin. Ji berî çend mehan ve, Rêveberîya Serok Donald Trump projeya Freedom 250 destpê kir da ku Roja Serxwebûna ya 2026'an bi awayekî cuda pêk were.
Di 4’ê Tîrmeha sala 1776’ê de, nûnerên 13 wîlayetên Amerîkayê Ragihandina Serxwebûnê eşkere kir û êdî Amerîka bi fermî hat damezirandin. Heta berî rojê, Amerîka wekî kolonîyeke Brîtanyayê dihate zanîn.
Thomas Jefferson, sêyemîn serokê Amerîkayê, wekî danerê serekî yê Ragihandina Serxwebûnê tê dîtin.
Dengê Amerîka îro heta dawîya şevê dê çalakîyên Roja Serxwebûna li ser hemû platformên xwe bişopîne. Di vê romala taybet de, dê bernameyên televizyonî yên taybet werin pêşkêşkirin. Dengê Amerîka dê herwiha gotara Serok Trump derbarê Roja Serxwebûnê bi wergera Kurdî biweşîne.