Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bo Vekolîna Rûsya Jûrîya Mezin Hat Ava Kirin


Donald Trump Jr
Donald Trump Jr

Jibo vekolîna îdiayên ser maytekirina Rûsya ya di hilbijartina seroktîyê ya Amerîka de jûrîya mezin hat ava kirin.

Reuters’ê dîyar kir ku avakirina jûrîya mezin nîşan dide ku vekolîn berfirehtir bûye û dê ji berê bi leztir bimeşe.

Ajansê da zanîn ku jûrîya mezin bo zêdetir agahî û belgeyên derbarê hevdîtina kurê Serokê Amerîka Donald Trump, Donald Trump Jr û parêzer Natalia Veselnitskaya ya ku tê îdia kirin peywendîyên wê bi rêvebirîya Rûs re hene, celpname şandîye.

Şêwirmendê Taybet yê Vekolîna Rûsya yê Qesra Sipî, Ty Cobb jî bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku ti vekolîn derbarê Trump bi xwe de, tune ne.

Li gor hiqûqa Amerîka, jûrîyên mezin nikarin bersûcan darizînin, lê bi kontrolkirina delîlan û guhdarkirina şahidan biryarê bo destpêkirina darizandinê didin.

XS
SM
MD
LG