Wezareta Dadê ya Amerîkayê daxuyanîyek roja Çarşemê li ser malpera xwe belav kir ku tê de behsa gilînameykê dike derbarê xanîyekî karbidestekî fermî yê Îraqê li wîlayeta Kalîfornîyayê.
Ev dirêjîya daxuyanîyê ye:
Wezareta Dadê îro gilînameyek li Dadgeha Navçeyayî ya Navçeya Navendî ya Kalîfornîyayê pêşkêş kir û daxwaza desteserkirina xanîyekî li Beverly Hills kir, ku tê îdî’akirin bi 30 mîlyon dolar hatiye kirîn û nûjenkirin di çarçoveya pîlaneke xapandina Ajansa Lojistîkê ya Berevanîyê(DLA) ya Wezareta Berevanîyê ya Amerîkayê de, û dayîna bertîlan ji rayedarekî Herêma Kurdistana Îraqê re, û binpêkirina qanûnên şûştina pereyan a Amerîkayê.
Wekî ku di gilînameyê de tê îdî’akirin, ji sala 2016an heta 2020an, girêbestkarekî Berevanîyê li Virginia û yên din di pîlaneke gendelîyê de beşdar bûn da ku ji DLA’ê zêdetirî 700 mîlyon dolar bi dest bixin li beramber radestkirina sotemenîyê ji bo artêşa Amerîkayê di dema Operasyona Biryardarîya Hişk de, ku helmeta Amerîkî ya dijî Dewleta Îslamî li Îraq û Sûrîyê ye.
Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê (EIA) ya li Kurdistanê, ku hêzên Pêşmerge lê ewlehîya navxweyî û kontrolê dabîn dikin, wekî xaleke radestkirina ya krîtîk a wergirtina sotemenîya ji hêla artêşa Amerîkayê ve li Îraq û Sûrîyê di dema helmetê de, dihat bikaranîn.
Gilîname îdî’a dike ku efserên girêbestkar razî bûne ku ji bo gihîştina taybetî ya radestkirina sotemenîya balafiran li Kurdistanê ji bo artêşa Amerîkî û hêzên hevpeymanîyê bertîleke 0.25 dolarî li ser her lîtreyekê bidin General Mensûr Barzanî, ku efserekî payebilind ê Pêşmerge ye, û di bin girêbestên DLA’ê de bi sedan mîlyon dolar wergirtine.
Di heman demê de, rikeberên girêbestkaran hatin astengkirin ji gihîştina EIA di radestkirina sotemenîya balafiran ji ber DLA’ê ve, û DLA’ê girêbestên kirîna carekê dida girêbestkar, û pir caran bi bihayên nerikaber û pir zêde.
Li gorî gilînameya desteserkirinê a sivîl, pereyên ku girêbestkar ji DLA’ê wekû encameke vê pîlanê ji NYJD Trust No.1 wergirtine, ji bo NYJD Trust No.1, ku li Virginia ji bo berjewendîya taybet a Barzanî hatiye damezrandin, hatine veguheztin.
Di sala 2018an de, dora 30 mîlyon dolar ji wan pereyan ji Barzanî re ji bo kirîna qesra Beverly Hills û her weha ji bo nûjenkirin û baştirkirina wî milkî, ji 2019 heta 2022an hatine veguheztin.
Ev doz ji hêla Ofîsa FBI ya Washington, Xizmeta Lêpirsîna Cezayê ya Berevanîyê, û Lêpirsîna Cezayan ya IRS ve hatiye lêkolînkirin.
Cîgirê Serokê Dadgehê Michael B. Redmann û Parêzerê Bilind ê Dadgehê Steven Parker ê Beşa Şûştina Pereyan, Narkotîk û Desteserkirinê (MNF) ya Daîreya Ceza dozê birêve dibin.
Ofîsa Dozgerê Amerîka ya Navçeya Navendî ya Kalîforniyayê û Ofîsa Karûbarên Navneteweyî ya Wezareta Dadê jî piştgiriyeke girîng pêşkêş kirin.
Erka Beşê Şûştina Pereyan, Narkotîk û Desteserkirinê ew e ku sûcan bêqezenc bihêle, kartelên narkotîkê ji holê rake û pergala darayî ya Amerîkayê biparêze.
MNF dozên sûc û çalakîyên vegerandina mal û milkên sivîl û sûcan û bi rêve dibe ku tê de ev hene:
Hêsankarên darayî yên ku qezencên sûcdaran dişon; sazîyên darayî û efser û karmendên wan ên ku kiryarên wan gefê li pergala darayî ya Amerîka û sazîyên darayî dixwin; kesên pereyan dişon ên navneteweyî yên ku piştgiriyê didin sûcên rêxistinkirî yên navneteweyî; û fermandarîya jorîn û kontrola rêxistinên bazirganîya narkotîkê yên navneteweyî.
Yekîneya Navneteweyî ya MNF lêkolîn û darizandina pîlanên şûştina pereyan ên sînorbir ku rêxistinên sûcên navneteweyî, kartel, gendelîya rayedarên biyanî û şûştina pereyan a têkildar bandorê li pergala darayî ya Amerîka dikin, dike û dozên sûc û mijarên desteserkirina sivîl dişopîne da ku dahata wan sûcan vegerîne.
Gazîkirina sivîl tenê îdî’ayek e. Hikûmet berpirse ku destnîşan bike ku mal û milk li gorî giranîya belgeyan werin desteserkirin.
Ev gilîname di 22ê Nîsana 2026an de hatiye serwextkirin.