Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîbanê Amerîkî John Walker Lindh ji Girtîgehê Hat Berdan


John Walker Lindhli Virginia (Arşîv 2002)

Hemwelatîyê Amerîkî John Walker Lindh, ku dema jibo Talîbanê şer dikir di 2001’an de li Afganistanê hatibû girtin, îro Pêncşemê ji girtîgehê hate berdan.

Lindh, ku di dema girtina xwe de, 20 salî bû, 17 sal li girtîgeheke FBI ya li bajarê Terre Haute ya istana Îndiana dima.

Lindh di sala 2002’yan de bi 20 sal cezayê zindanê hatibû mehkû, piştî ku wî îtîraf kiribû ku endamekî rêxistina tundrê Talîbanê ye.

Ew yek ji bi dehan gîrtîyan e ku piştî êrîşên terorîstî yên 11’ê Îlonê, girêdayî tawanên terorîzmê li Îraqê û Afganistanê hatibûn desteser kirin û li ber e di demeke kin de werin berdan.

XS
SM
MD
LG