Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Li Dora Kîevê Pevçûnên Giran Diqewimin


Ukrainian troops in an armored vehicle advance outside Kyiv, Ukraine, March 31, 2022.
Ukrainian troops in an armored vehicle advance outside Kyiv, Ukraine, March 31, 2022.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku li dora Kîev ya paytexta Ukrayna pevçûnên giran çêdibin.

Reutersê da zanîn ku li rojhilata bakur û li rojavayê bakurê Kîevê hêzên Rûsya bi şûnde vedikin, lê dîyar kir ku leşkerên Rûs li hin herêmên din yên paytextê hêzên xurttir kirine.

Şêwirmendê sîyasî yê Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy, Oleksiy Arstovic jî got ku berxwedana li Mariupol ya dorpêçkirî didome.

Mariupol ji destpêka şer ve ji alîyê hêzên Rûsya ve dorpêçkirî ye.

Arstovic dîyar kir ku hêzên Rûsya niha hewil didin Çernihiv ya li bakurê welêt dorpêç bikin.

Bajarvanê Kîevê Vitali Klitshchko jî dîyar kir ku li rojhilat û li bakurê paytextê pevçûnên giran didomin.

Klitschko da zanîn ku jiber rîska bilind ya mirinê ew naxwaze niha kes vegere bajêr.

XS
SM
MD
LG