Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Zaroka 6 Salî ji Alîyê Kûçikan ve Hat Kuştin


Kûçikên kolanan li herêma Tuşba ya Wanê
Kûçikên kolanan li herêma Tuşba ya Wanê

Keça Kurd Ruken Kolcu ya 6 salî roja Yekşemê di encama êrîşa kûçikan de li bajarokê Tuşba Wanê hatibû kuştin.

Kuştina Kolcu di nava gelê herêmê de bûye sedema xemgînîyeke kûr û tirseke mezin.

Malbata Kolcu got ku qîza awan serê sibê li ber derîyê mala xwe hinda bûbû û êvara wê rojê termê wê yê parçekirî jî alîye hêzên ewlekarîyê ve hatibû dîtin.

Prof. Dr. Yakup Akgul
Prof. Dr. Yakup Akgul

Serokê Odeya Beytaran yê Wanê Prof. Dr. Yakup Akgul ku li ser derûnîya kûçikan lekolînên dike,got ku ew bûyereke pir xemgin e.

“Mixabin ev bûyer êrîşeke girseyî ya kûçikan e, jiber ku ser bedena wê zarokê şopên hejmarek kûçikan hebûn. Kûçikên ku êrîşî wê zarokê kirine, çiqas ajalên kolanan bibin jî dem dema jiber sedemên xweparastinê û bo peydakirina xwarinê wek ref hereket dikin. Refên kûçikan herî zêde jiber birçîbûnê êrîşan pêk tînin.”

Akgul da zanîn ku tedbîrên hember belavbûna vîrusa korona li ser jîyana ajalên kolanan jî bandor kiriye û ew di dema qedexeyên derketina derve de birçî mane.

“Bi taybetî piştî ku qedexeya derketina derve ya hember belevabûna vîrusa korona hat ragihandin, ajalên kolanan nikarin xwarin peyda bikin û hewildanên êrîşkar yên kûçikan zêde bûn.”

Akgul got ku divê bajarvanîyên Wanê erka xwe baş bi cîh bînin û jibo parastin, dermankirin û têrkirina ajalên li kolanan xebatan bikin.

Muazzez Orhan
Muazzez Orhan

Li alîyê din parlamantera Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Muazzez Orhan Işık li parlamentoya Tirkîyê kuştina Kolcu anî ziman û daxwaza xurtkirina tedbîran kir.

“Ev bûyer ne xwezayî ye û mirov pir pê aciz dibe. Em dizanin ku gelek sazî û dezgehên sivîl yên bajêr, ji bajarvanîyê daxwaz kiriye ku cîhê heywanên kolan were çêbikin û zikê wan terbikin. Lê mixabin ev daxwaza wan cîh nehatiye. Em hêvîdarin, ji vê rojê wê ve bajarvanî ya Wanê pêyvira xwe bîne cîh û carek din bûyerek wiha xemgîn pêk ne were.”

Hêjayî balkişandinê ye ku heta amadekirina vê raportê bajarvanî û walîtîya Wanê ser bûyera kuştina Kolcu ti daxuyanî nedabûn.

AA_20_05_21_Zarok_Kûçikan
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:07 0:00

XS
SM
MD
LG