Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yûsif Kîvo: Tembûra Kurdî Paşguh Bûye û ji Kurdan Hatiye Dizîn


Tembûra Kurdî yek ji amêrên bengehîn e di hunera kurd û mûzîka wê de, û dîroka wê vedgre demên dêrîn di dîrokê de. Ev amêra mûzkî bi hin ol û kevneşopiya kurdan ve hatiye girêdan wek ola Êzîdî, Ehlulheq û Elewî...û cihê xwe di nav civata kurdî de girtiye û bûye beşek ji nasnameya vî miletî û bala hin kesên din jî kişandiye bi taybetî ji miletên derbûberê wan .

Hunermendê ermenî Yûsif Kêvo yek ji wan kesaye ku bûye aşiqê vê amêrê û bi salan mijûlê wê bûye.

Yûsif Kûvo ji malbatek ermenî ye, ku papîrê wî ji komkujiya Eremiyan rizgar bibû û li nav malbatek kudên Êzîdî xwedî bibû û li gundê Digurê yê bi ser Amûdê ve li herêma kurdî li Sûriyê malbata xwe ji nû ve avakir.

Yûsif di sala 1968 li gundê Digurê ji dayik bûye.

Xwendina xwe li bajarê Hesekê qedand û li wir tevî malbata xwe bi cî bûn.

Di temenekî bicûk de dest bi fêrkirina Tembûrê bû, ku ji ber biryaê xwe yê mezin hunermend Ibrahîm Kêvo ve girt û berdewam kir.

Li gorî wî hînkirina tembûrê beşek bû ji hezkirina wan ji kurdên Êzîdî re yên ku malbata wî ji wendakirinê rizgar kiribûn û ji ber Tembûr pîroz e di ola Êzîdî de, ew jî bûn evîndarê vê amêrê.

Yûsif bi şêwaza şengalî ya taybet li tembûrê dide ku ew nuha pirr paşguh bûye û ya din jî rengên resen ya temûrê bikar tîne wek Xirfanî û Şelpe.

Dibêje:"Tembûr ya kurda ye lê belê ew paşguh bûye û li ser kar nehatiye kirin."

Yûsif li Elmaniya dijî û bi bêdengê hunera xwe berdewam dike û li ser şêwazê tembûrê kar dike da ku bide pêş .

Deng û Reng- Yûsif Kêvo-11-29-2021-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:37:47 0:00


Hin ji awazên hunermend Yûsif Kêvo:

Youssef Kevo1
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:35 0:00
Direct link
Youssef Kevo (2)
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:06 0:00
Direct link

Youssef Kevo (3)
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:39 0:00
Direct link
Youssef Kevo (4)
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:35 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG