Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kongo Kabila Wekî Qezenckerê Hilbijartinê Hat Îlan Kirin


Li Kongo Kabila Wekî Qezenckerê Hilbijartinê Hat Îlan Kirin
Li Kongo Kabila Wekî Qezenckerê Hilbijartinê Hat Îlan Kirin

Di hillbijartina seroktîyê de, serokê Komara Demokratîk ya Kongo yê ser desthilatê, Joseph Kabila wekî qezenckerê hilbijartinê hat îlan kirin.

Nûçegîhanê Dengê Amerîka yê Rojavaya Efrîqayê, Scott Stearns radigîhîne ku encamên hilbijartinê nîşan didin ku birêz Kabila bi % 48’ê hemî dengan bûye serkefiyê hilbijartinê.

Rêberê opozîsyonê Etienne Tshisekedi bi % 32’yê rêza duyê girtîye.

Encamên hilbijartinê sê roj piştî dema dîyarkirî hate ragihandin ku xem û tirsên alozîyên sîyasî yên li Komara Demokratîk ya Kongo zêde dike.

Partîyên opozîsyonê karbidestan bi hîle û bi sextekarîya dengan gunehbar dikin û hişyarîya xwepêşandanên girseyî didin.

XS
SM
MD
LG