Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Me hîn bi Îranê re Rêkeftinek Çênekiriye û Em ji Vê Yekê Nerazî ne

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê li Koşka Spî li Washington DC, rêberîya civîna kabîneya hikûmetê kir û gotarek pêşkeş kir.

Serok Trump di civînê de got, "Ew dixwazin bigihêjin rêkeftinekê, lê em hîn negihîştine encamekê."

Trump bal kişand ser çend mijaran, di nav de rêkeftina çaverêkirî ya bi Îranê re. Wî got ku heta niha wan ti rêkeftineke fermî bi Îranê re pêk neanîye û ew ji vê yekê nerazî ne.

Trump got ku ti rêyeke din li ber Îranê tuneye; an dê rêkeftinek çêbibe an jî Amerîka dê wê biqedîne.

"Wan her tişt winda kiriye. Dema ku tiştek ji wan re nemaye, ew danûstandinan dikin. Lê divê em bibînin ka çi dibe, wekî din emê neçar bimînin ku wê biqedînin," Serok Trump da zanîn.

Wî herwiha got, "Em ji rewşê ne razî ne."

Serokê Amerîkî diyar kir ew nerihet in ku uranyuma Îranê ya dewlemenkirî bikeve destê Çîn an Rûsyayê.

Derbarê Tengava Hormuzê, Trump got ku Amerîka pêdivî bi wê tengavê ji bo dabînkirina petrolê nîne, ji ber ku niha Amerîka berhemanîna petrolê duqat kiriye û ji Rûsya û Erebistana Siûdî tevhev bêtir petrolê derdixe.

"Tengava Hormuzê dê ji bo her kesê vekirî be nabe kontrola wê bikeve dest alîyekî," Trump got.

Di heman civînê de, Wezîrê Derve Marco Rubio got ku Serok Trump bijareya danûstandinên ji bo gihîştina rêkeftinekê dixwaze.

Rubio got ku hinek pêşketin di danûstandinên bi Îranê re çêbûye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG