Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kabîneya Nû ya Tirkîyê Cara Pêşî Kom Dibe


Kabîneya Tirkîyê ya nû wê îro Sêşemê cara pêşî bicive.

Wezîrên kabîneyê dê bi rêberîya Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan civînê çêkin.

Çaverê ye Erdogan û wezîr ser enflasyon, penaberên Sûrî, kêşeyên herêma erdhejê û têkoşîna dijî terorê danûstandinê bikin.

Daxwaza Swêdê ya jibo endamtîya li NATO, ku Tirkîye bi awayekî erênî lê nanêre, yek ji mijarên serekî yên civînê ye.

Di kabîneya nû de, ku bi 17 wezîr e, wezîrê derve Hakan Fîdan e.

Fîdan yê 54 salî di navbera 2015 û 2023’yan de rêberîya îstixbarata Tirkîyê kir.

XS
SM
MD
LG