Berpirsekî Afghanistanê dibêje çekdarine nenas li Kabula paytext teqe li rojnamevan û rawêjkareka parlemanê kir û ew kuşt.
Peyvdarê wezareta navxweyî Nesret Rehîmî dibêje rawêjkara rewşenbîrî ya parlemanê û pêşkêşkera berê ya tilfizyonê Mena Mangal îro Şemiyê li ser riya kar hate kuştin.
Rehîmî got êrîşkerek yan bêhtirî yekî ji cihê rûdanê reviyan.
Polîs dest bi vekolînan kir û ta niha kesekî berpirsiya êrîşê ranegihandiye.
Polîsê Kabul dibêje hîn ne diyar e ka ev kiryareke terorê ye yan encama nakokiyeke kesayetî ye.
Herdû gurûpên Dewleta Îslamî û Talîbanê êrîşên wiha li paytextê dikin.