Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peqîn li Kabul Herî Kêm 15 Kes Birîndar Dibin


Arşîv: Peqên li bajarê Kabul
Arşîv: Peqên li bajarê Kabul

Roja Yekşemê li navenda Kabul paytexta Afganistanê peqîn pêkhat, herî kêm 15 kes birîndar bûne, weke şahidên bûyerê dibêjin.

Demûdest nehat zanîn kanê sedema peqînê çiye û tu aliyekî jî derhal peqîn ne girîte ser xwe, rayedarên Talîbanê jî tu daxuyaniyek derbarê bûyerê de neda.

Videoyo ku ji aliyê Ajansa Associated Press (AP) ve hat weşandin, diyar dike ku birîndar ji aliyek de tên rakirin.

Wais Ahmed, ku dokana wî ya guherîna diravî heye got, peqîn di nava bazarê guhertina pereyan de pêkhatîye, bazar derhal piştî bûyera peqînê hat girtin û hêzên ewlekariya Talîbanê jî, herêm dorpêç kir.

Ev bûyera peqînê ya yekemîn bû li paytext Kabul piştî mehekê.

Talîbana Afganistanê rewşa ewlekariyê ya piraniya herêmên welat di dest de ye piştî ku li meha Tebaxa borî hatî ser desthilatê li Afganistanê.

XS
SM
MD
LG