Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talbîban Ketina Helîkoptera li Helmand Digire Ser Xwe


Roja Pncşemê berpirsên Afganistanî ragindin ku helîkoptereke leşkerî li başûrê welat ketîye xwar, 3 endamên ewlekariyê mirine û Talîban dibêje me firoka leşkerî xistîye xwar.

Wezareta Berevaniya Afganistanê di daxuyaniyê de gotiye bûyer êvariya Çarşemê li astana Helmand ya başûrê welat pêkhatîye dema helikopter di rewşeke dadana ji neçarî de bû.

Daxuyaniya wezareta Beravaniyê dibêje, ji encama ketina firokê 2 polîs û leşkerek hatine kuştin û 4 endamên din yên ewlekariyê birîndar bûne û dest bi lêkolînên derbarê ketina firokê de hatine kirin.

Berpirsê astana Helmand Atallah Afgan gotiye ajansa Frans Press (AFP), firokê berpirsên ewlekariyê veguhastin piştî beşdarbûna di civênekê de li herêmê Helmand. Herwiha gotiye helîkopterê bi neçarî dadye piştî rastî pirsgirêkên teknîkî hatî.

Lê Tevgera Talîbanê îda kir ku çekdarên wan helicopter xistîye xwar. Peyvdarê tevgera Talîbanê ya serhildêr Qarî’i Yusif Ehmed di daxuyaniyekê de gotiye"Şervanên me helkopterek li herêmê xistiye xwar" û îşaret bi herêma Helmand da. Peyvdarê Talîban dîsan dibêje, firoke xistiye xwar dema ku bingehên çekdaran bombe dikirin, lê Wezareta Bervaniyê îdîayên Talîbanê red kirin.

Ev bûyer çêbû, bi 2 hefteyan piştî bûyera li Naverasta welat pêkahtî ku di ketina helîkopterek leşkerî de 9 kesan jiyan xwe ji dest dabû.

Ketina helîkopteran li Afgansitanê zêdeye, ew jî jiber pirsgirêkên teknîkî çê dibin, yan jî çekdar wan aramnc digirin.

Zêdebarî ku diyaloga aştiyê heye di navbera hikûmeta Kabul û tevgera Talîbanê de, lê vê dawiyê êrîşên tundûtûjiyê ji aliyê Talîbanê ve li seranserî welat zêde bûne.

XS
SM
MD
LG