Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kabul ya Paytexta Afganistanê Êrîşên Roketî li Dar Ketin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku îro Şemîyê li Kabul ya paytexta Afganistanê bi roketan êrîş li dar ketine.

Li gor nûçeya Reutersê, di êrîşa bi roket de bi kêmî ve sê sîvîl hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.

Êrîşên bi roket nêzî herêma balyozxane û mîsyonên dîplomatîk li dar ketine û karbidestên Afgan dibêjin ku dibe ku hejmara mirî û birîndaran zêdetir bibe.

Ew êrîşên han du roj berî konferansa alîkarîya bo Afganistanê ya li Swîsrê, li dar ketin.

Piştî êrîşan Talîbanê bi daxuyanîyekê ragihand ku ti peywendîyên wan bi êrîşê re tune ye.

Di rojên borî de li Kabulê dijî navendên perwerdeyan êrîşên çekdarî li dar ketibûn û di wan êrîşan de, ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) berpirsîyên wan girtibûn ser xwe, bi kêmî ve 50 kes hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG