Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Li Kabul ya Afganistanê 30 Karbidestên Ewlekarîyê Hatin Kuştin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku di peqîneke li Kabul ya paytexta Afganistanê de bi kêmî ve 30 karbidestên ewlekarîyê hatine kuştin.

Peqîna bi maşîneya bombebarkirî li Gaznî çêbû ku ew der yek ji navendên Kabul e.

Teqînê zarar daye malên sivîl yên li dora bingehê û dibe ku hejmara qurbanan zêde bibe.

Berdevkê wezareta navxweyî Tariq Arîan piştrast kir ku peqînek bi otomobîleke bombebarkirî çêbûye lê di derbarê armanc an zararan de pirtir agahdarî neda.

Baz Mohammad Hemat, berpirsê nexweşxaneya li Ghazni, ragihand ku got 30 term û 24 kesên birîndar hatine veguhastinê wir.

"Hemî qurbanî karmendên ewlehîyê ne," Hemat got.

Berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd, ji ajansa Reuters re, berpirsîyarîya êrîşê piştrast nekir lê red jî nekir.

Ji alîyeke din, berdevkê walîyê eyaleta Zabul ya li rojhilata Afganîstanê dîyar kir ku îro Yekşemê, bi êrîşeke bombayî de karbidestekî eyaletê yê paye bilind hatîye armanc kirin. Di encama êrîşê de, herî kem yek kesek hatîye kuştin û 23 kes jî birîndar bû ne.

Hecî Ata Jan Haqbayan, serokê civata eyaleta Zabul, ji êrîşa dijî konvoya xwe da bi birînên sivik xilas bû.

Ti Kesî berpirsîyarîya êrîşa dijî Haqbayan, ku rexnegireke eşkere ya Talîbanê ye, negirt ser xwe.

Hejayê balkişandinê ye ku tevî ku danûstandinên aştîyê di navbera tîmên rexistina Talîbana serhildêr û hikûmetê de li paytexta Qeter Doha didome jî di çend mehên borî li Afganistanê gelek êrîşên bi otomobîlên bombebarkirî pêk hat.

Hikûmet û sazî yên biyanî dibêjin ku tundîya li Afganîstanê ya di şerê bîst salan bi rengekî nayê qebûl kirin bilind e, û hevdem banga agirbesteke lezgîn ya di navbera hikûmeta Afganî û Talîban de dikin.

XS
SM
MD
LG