Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîna Kabulê de 11 Amerîkî Birîndar Bûn


Wezareta Karên Derve yên Amerîka ragihand ku di peqîna Kabul ya Afganistanê de 11 hemwelatîyên Amerîkî birîndar bûne.

Berdevkekî wezaretê dîyar kir ku hemwelatî karkerên avahîyan in û kes ji wan bi giranî birîndar nebûye.

Di peqîna ku li herêma nûnertîyên dîplomatîk pêk hat de bi kêmî ve 90 kes hatin kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûn.

Berpirsîya peqîna bi wesayîta bombebarkirî hîn ti rêxistin negirtîye ser xwe.

Îstixbarata Afganistanê dibêje ku peqîna bi hêz ya bi wesayîta bombebarkirî, rêxistina Hakkanî ya ku peywendîya wê bi Pakistanê re heye li dar xistîye.

Pakîstanê peqîn şermezar kir û da zanîn ku dîplomatên Pakîstanî jî bi êrîşa bombeyî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG