Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîna Hember Mizgeftekê de Kuştî û Birîndar li Kabulê Hene


Wezareta navxweyî ya Afganistanê ragihand ku di peqîneke di dema nimêja Înê de herî kêm 4 kes li Kabulê hatine kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn.

“Madeyên peqînkarên ku li hindurê mizgefta Şîr Şahê Surî hatibûn danîn, peqîyan û meleyê mizgeftî di nav qurbanîyan de ye,” daxuyanîya wezaretê got.

Demûdest ti kes berpirsîya peqîna kujer negirt ser xwe.

Hîjayî bîrxistinê ye ku Amerîka hewil dide ku di navbera hikûmeta Afganî û Talîbanê de nevbeynkarîya danûstandinan bike ku dawî li şerê 18 salan bîne.

Hêjayî balkişandinê ye ku rêxistina Dewleta Îslamî ya tundrê jî herwiha êrîşan li Afganistanê pêk tîne û di demên dawîyê de êrîşên mezin li Kabulê li dar xistine.

XS
SM
MD
LG