Karbidestên Afganî ragihand ku 4 êrîşvanên xwekuj avêtin ser balyozxaneya Îraqî li Kabulê, lê ti hurgilîyên din nedan.
Rêxistina tundrê, Dewleta Îslamî ragihand di ajansa xwe Amaq de ragihand ku endamên wê ew êrîşê pêk anîye.
Wezareta Navxweyî ya Afganistanê ragihand ku dorpêça avahêya balyozxanê berdewam dike, lê hêzên wê yên ewlekarî karmendên balyozxanê rizgar kirine.
Heta niha zelal nebû ku kesek di êrîşê de hatiye kuştin yan ne.
Wezareta navxweyî da zanîn ku yek ji êrîşvanan xwe li derîyê serekî yê balyozxanê peqand ku rê li ber êrîşvanên din veke ku têkevin hindur.
Hêjayî balkişandinê ye ku di êrîşên wî rengî de gelek sîvîl li Kabulê hatine kuştin.