Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînên Afganistanê de Kuştî û Birîndar Hene


Wêneyeke ji teqîna li Kabulê ya îro
Wêneyeke ji teqîna li Kabulê ya îro

Karbidestên Talîbanê ragihand ku îro Çarşemê li Kabulê ya paytexta Afganistanê du peqîn qewimîn û herî kêm 2u kes hatine kuştin, 7 kes jî birîndar bûne.

Berdevikê wezareta karên navxwe Qarî Seyîd Xostî di twîtekê de ragihand ku li Deşt-a Barçî, ku li rojavayê Kabulê ye, li herêmeke bi piranî misilmanên Şîa dijîn, meşîneke bombebarkirî hatiye teqandin.

Wî got ku di encama teqînê de du sivîl hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûne.

Hejmara kuştî û birîndaran nehatiye piştrastkirin û karbidestekî Talîbanê ku nexwest navê xwe eşkere bike got ku 7 kes hatine kuştin û 9 jî birîndar bûne.

Welatîyên xwecihî gotin ku teqîna dudya jî li herema Karte 3 ya pêk hatiye.

Karbidestekî Talîbanê jî dîyar kir ku hêzên ewlekarîyê ser teqînan hîn agahî kom dikin.

Heya niha ti kes yan rexistinê pirsyarîya teqînan negirtiye ser xwe lê mîlîtanên Dewleta Îslamî (DAIŞ) çend êrîşên li ser dijî avahîyên Şîa tevî mizgeftan, girtine ser xwe.

XS
SM
MD
LG