Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Xwekujî yên Kabulê de bi Dehan Kuştî û Birîndar Hene


Di peqîneke hêzdar de,bi kêmî ve 10 kes îro Pêncşemê li Kabula paytexta Afganistanê hatine kuştin, jimareke kesên din jî birîndar bûn.

Berdevikê wezareta navxweyî ya Afganistanê Nesret Rahîmî got ku êrîşvanekî xwekuj motosîkleta xwe di trombîlekê de peqand ku tê de karmendên hikûmetê hebûn.

Wî da zanîn ku dû re, peqîneke duyê li heman cîhê qewimî, ku mîlîtanên tundrê wê rêbazê pir caran bi kar tînin û tîmên hawarçûnê dikin armanc.

Rêxistina Dewleta Îslamî ragihand ku endamên wê ew êrîş pêk anîne.

XS
SM
MD
LG