Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herî Kêm 30 Kes di Êrîşeke Xwekujî de li Kabulê Hatin Kuştin


Reuters’ê îro Înê ragihand ku di êrîşeke xwekujî ya li mizgefta Şîa de, bi kêmî ve 30 kes li Kabul ya paytaxta Afganistanê hatine kuştin.

Êrîş dema Şîa li Mizgefta Îmam Zaman ya Daşte Barçî ya li rojavayê Kabulê kom bûbûn, pêk hat.

Bepirsekî ewlekarî dîyar kir ku hejmara kuştîyan tam nayê zanîn, lê hêzên ewlekarî heta niha herî kêm 30 term rakirine.

Li gor raporteke Neteweyên Yekbûyî (NY), ku hefteya borî hat weşandin, îsal di êrîşên ser Şîayên Afganistanê de bi kêmî ve 84 kes hatin kuştin û 194 kesên din jî birîndar bûn.

Di nav wan êrîşan de, bi kêmî ve du êrîşên di meha Tebax û Îlonê de li Kabulê pêk hatine, hene.

XS
SM
MD
LG