Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Xwekujî de Kuştî û Birîndar li Afganistanê Hene


Karbidestên Afganî ragihand ku bi kêmî ve 5 kes di êrîşeke xwekujî ya li paytaxt Kabul de hatin kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Karbidestan got ku êrîş li nêzî avahîya Sazîya Îstixbaratê ya Neteweyî pêk hat.

Karbidestên ewlekarîyê dîyar kir ku êrîşvanê xwekuj xwe di nav karmendên ewlekarîyê de peqandîye, ku ber bi avahîya îstixbaratê dimeşîn.

Di nav kuştî û birîndaran de, xêncî karmendên îstixbaretê, sîvîl jî hene. Karbidestên nexweşxaneyên li Kabulê didin zanîn ku dibe ku hejmara kuştîyan zêdetir bibe.

Dewleta Îslamî (DAIŞ), berpirsîya êrîşê girt ser xwe. DAIŞ, ji serê 2015’an vir ve li Afganistanê çalak e û heftaya borî jî êrîş biribû navendeke perwerdê ya îstixbarata Afganî.

Di meha Cotmehê de jî di êrîşeke dijî mizgefteke Şîayan de bi kêmî ve 39 kes hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG