Hunermend û muzîkjen Kardar Ehmê yek ji hunermendê çalak e ji bajarê Hesekê ye, ku bi hilmetek mezin ew û hevalên xwe yên muzîkjen dixwazin ku muzîkê li bajêr belav bikin û zarokên bajêr berwerdî muzîkê bikin bi awayekî zanistî tevê rewşa zor û dijwar li bajêr.
Kadar di sala 1987an de li bajarê Hesekê ji dayik bûye.
Xwendina muzîkê li peymangeha muzîkê li bajarê Hesekê xwend û li ser destê hunermendê bajêr fêrî zanistên muzîkê bû û wî berê xwe da amêra ûdê û kemanê.
Piştî xendinê dest bi çalakiyên xwe yê muzîkê kir di nav hin komên muzîkê de li bajarê Hesekê û derdora wê.
Nuha jî mamostayê muzîkê ye li bajarê Hesekê.
çend kilîp û stranê xwe belav kirye û hîna jî xwe amade dike ku stranên nû pêşkêş bike himbi gotin, awaz nû him jî bi şêwazên wan yên nûjen .
Ew bawer dike ku muzîk ji civatê re girîng e û perwedeya muzîkê jî pêwîstiyek serekî ye di cavetkê de wek ya kurdî ji ber ew nifşekî zane û hestyar mezin dike.