Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Kafeteryayên Qesira Sipî jiber Vîrusa Korona Hatin Girtin


Avahîya Eisenhowerê
Avahîya Eisenhowerê

NBC ragihand ku du kafeteryayên Qesira Sipî jiber ku karmendekî li karên xwarinê dinerê bi vîrusa korona ketiye, hatine girtin.

Îdareya Xizmetên Giştî yên Amerîka (GSA) ew nûçe piştrast kir.

Berdevika GSA Pamela Pennington dîyar kir ku tîma saxlemîyê ya Qesira Sipî temasan dişopîne û da zanîn ku li qesirê rîska belavbûna vîrusa korona kêm e.

Berdevikê Qesira Sipî Kayleigh McEnany jî piştrast kir ku yek ji karmendên kafeteryayê bi vîrusa korona ketiye û dîyar kir ku wî bi kesên din re danûstandineke pir nekiriye.

NBC dîyar kir ku her du kafeteryayên hatine girtin li Avahîya Eisenhowerê ne ku li wê derê karmendên rêvebirîyê dimînin.

Wê kanalê e-nameyeke ku Qesira Sipî ji karmendan re şandiye jî weşand.

Li gor e-nameyê, Qesira Sipî daye zanîn ku ti rewişeke giran çênebûye û bo ti karmendan jî karantîna ne hewce ye.

Nayê zanîn ku ewê kafeterya bo çiqas dem girtî bimînin lê ji hin karmendan re hatiye gotin ku ewê jinûve vekirina wan du hefteyan bibîne.

Piranîya ofîsên cîgirê serok, Civata Ewlekarîya Neteweyî û tîma pisporên vîrusa korona li Avahîya Eisenhowerê ne.

Hêjayî bîrxistinê ye, di meha Gulanê de li ser sê kesên li Qesira Sipî vîrusa korona hatibû tespît kirin.

XS
SM
MD
LG