Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Kalin li Enqerê bi Şandeyeke Blind ya HAMASê Civîya


Televîzyona fermî ya Tirkîyê TRT îro Înê ragihand ku serokê Sazîya Îstixbaratî ya Tirkîyê (MIT) Îbrahîm Kalin li Enqerê bi şandeke Hamasê re li ser danûstandinên agirbesta li Gazayê hevdîtinek pêk anî.

TRT Haber ji zarê jêderên ewlehî yên Tirkîyê ragihand ku Kalin bi şandeya seroktîya polîtbîroya Hamasê re hevdîtin kir, lê zelal nekir ku şandeya Filîstînî ji kê pêk dihat.

TRT herwiha ragihand ku MIT Hamas, Îsraîl, Qatar û Amerîka jî di nav de, bi hemî aktoran re di peywendî datîne û jibo pêkanîna agirbesteke li Gaza dîplomasîyeke xurt dimeşîne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Tirkîye helwesteke tund ji operasyonên Îsraîlê yên li ser Gazayê nîşan dide û êrîşên wê bi tundî şermezar dike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG