Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevkê Erdogan Gotinên Merkel û Schulz bi Tundî Rexne Dike


Berdevkê Serokomarîya Tirkîyê, Îbrahîm îro Duşemê şîroveyên Serokwezîra Almanya Angela Merkel û hevrikê wê yên ser gotûbêja televîzyonî bi tundî rexnekir û wek xurtkirina nîjadperestî bi nav kir.

Merkel û Martin Schulz roja Yekşemê gotibû ku ewê dawî li endamtîya Tirkîyê ya Yekîtîya Ewrupa bînin jiber ku di bin rêbertîya Erdogan de Tirkîye bûye welatekî otorîter.

Kalin ji hesaba xwe ya Twitterê îdia kir ku Merkel û Schulz êrîşên nîjadperestî dibirin ser Tirkîyê û Erdogan ku bala gel ji pirsgirêkên girîng bikşînin ser cîhên din.

Di bernama televîzyonî de Schulz gotibû ku ewê hewil bide ku danûstandinên endamtîya Tirkîyê ya bi Yekîtîya Ewrupa re biqedîne jiber ku polîtîkayên Erdogan her tundtir dibin.

Merkelê jî Erdogan bu tundî rexne kir û got ku Tirkyî bi awayekî pir lezgîn ji hemî pîvanên demokrasîyê dûr dikeve.

XS
SM
MD
LG