Berpirsa Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Kaja Kallas, Amerîka ser danûstandinên bi Rûsya re hişyar kir.
Kallas ji X’ê dîyar kir ku piştî civîna Moskow û Washingtonê ya li Erebistana Saudî ew tevî wezîrên derve yên YE bi Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio re axifîye.
‘’Rûsya wê hewil bide ku me ji hev veqetîne. Werin em nekevin kemînên wan.’’
Wê got ku Ewrupî û Amerîkî bi hevkarî jibo Ukrayna li gor şertên wê dikarin aştîyeke mayînde çêkin.
Serokê Amerîka Donald Trump hefteya borî bi rêberên Rûsya û Ukrayna re axifî û dîyar kir ku ewê jibo sekinandina şer dest bi danûstandinan bikin.
Karbidestên Amerîka û Rûsya do Sêşemê ser danûstandinan li Rîyadê kom bûn û Ukrayna jibo civînê nehat vexwendin.
Rêberên Ewrupî dibêjin jibo ewlekarî û siberoja Ukrayna divê ew jî di danûstandinan de cîh bigirin, lê Washington dibêje hewcedarî bi vê yekê tuneye.
Şerê Rûsya û Ukrayna hefteya pêş dikeve sala 3’yan ku di vî şerî de Amerîka û hevbendên wê yên Ewrupî li hember dagirkerîya Moskowê piştgirî dan Kîevê.
Jêder: AFP