Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Spî: Kamala Harris bi Guatemala re Pirsa Koçeberiyê Gotûbêj Dike


Kamala Harris Cîgira Serokê Amerîka
Kamala Harris Cîgira Serokê Amerîka

WASHINGTON – Kamala Harris Cîgira Serokê Amerîka û Serokê Guatemala Alejandro Giammattei, bi rêya telefonê roja Sêşemê axiftin û lihev hatin ku jibo çareseriya sedemên koçberiya ber bi Amerîka bi hev re kar bikin.

Qesra Spî di daxuyaniyê de dibîje "Wan li hev kir ku derfetên nû jibo peydakirin û afirandina kar bibînin û şert û mercên ji bo hemî mirovan li Guatemala û herêmê baştir bikin, di nav de bi pêşxistina zelalî û şerê li dij tawanan xort bikin."

Joe Biden Serokê Amerîka, Kamal Harris Cîgira Serok destnîşan kirîye ku pêşengiya Amerîka bike li gel welatên Amerîka Navendî yên weke Meksîko, Guatemala, Honduras û El Salvador jibo hewildanên hatina koçberan ber bi Amerîka ve û rawestandina wan ku di hefteyên dawî de hatina pêlên wan zêde bûye.

Qesra Spî dibêje, Harris sopasiya serokê Meksîko Giammattei kirîye jiber xebata wî ya kontrol kirina sinorên başûr yên Guatemala.

Hikûmeta Guatemala jî di daxuyaniyekê de gotiye serok Giammattei di têkiliya telefonî de tekez li ser giringiya mafpêdan û parastina demkî kirîye ya welatiyên Guatemalî yên ku niha li Amerîka dimînin.

Serokê Guatemala Alejandro Giammattei
Serokê Guatemala Alejandro Giammattei

Li Amerîka mafê parastina demkî bi koçberên wan welatan didin yên ku şer lê hene, yan jî rastî karesatên xwezayî yên mezin dibin, Amerîka dihêle ew koçber, demkî li Amerîka bijîn û mafê kar kirinê hebe.

Guatemala dîsan dibêje, Harris vexwendina serokê welat Giammattei ya serdana welatên Amerîka Navendî qebûl kirîye.

Mediya herêmî û şahidekî ajansa Reutersê dane zanîn ku sedan welatiyên Hondurans Sêşemê ber bi sinorê Guatemala ketine rê bi armanca ku xwe bigehînin Amerîka, lê piştî danê nîvro jihev belav bûne.

Karbidestên Guatemalî karawenk din yên koçberan yê nû ku dixwestin bêne Amerîka ji hev belav kirine û ew karwan hejmara wan kêm dibe çendî nêzî sinorê Guatemala dibin.

Karwanê ku Sêşemê dabû rê, karwanê duyan yê herî mezine di îsal de ji Honduras ber bi Amerîka ve tê.

XS
SM
MD
LG