Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kamala Harris ji Kempeyna Hilbijartinê Vekişî


Kamala Harris, ku yek ji berbijarên Demokrat yên bo hilbijartina seroktî ya 2020’an bû, ragihand ku ew ji berbijarîyê vekişî.

Senatora California Harris ji Twitterê da zanîn ku jiber ku wî kempeyna xwe ya hilbijartinê bi dawî kiriye ‘’pir xemgîn’’ e.

Wê dîyar kir ku ewê têkoşîna xwe ya jibo dadwerîyê bidomîne.

‘’Jiber kur ez ne mîlyarder im, ez nikarim kempeyna xwe fînanse bikim û topkirina alîkarîyê ya bo kempeyna roj bi roj dijwartir bû,’’ Harris bi e-nameyekê ji alîgirên xwe re got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ji berbijarên Demokrat heta niha 13 kes vekişîn û 15 berbijar jî kempeyna xwe didomînin.

Hilbijartina seroktîyê ya 59’an ya Amerîka dê di 3’ê Mijdara 2020’an de pêk were.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG