Tehran, 7ê Mijdarê, 2021 (AFP) – Nîgarkêşê Kartonan yê Îranê yê navdar, Kambiz Derambaxş, yê ku pêşangehên wî yên hunerî li seranserî cîhanê hatine weşandin, di jiyê 79 saliyê de jiber vîrûsa korona jiyana xwe ji dest da, ev yek îro Kekşemê ji aliyê medîya Îranê ve hatiye ragihandin.
Derambaxş li bajarê Şîraz li başûrê welat hatiye dinê û navûbangiya wî di nava welat û ji derve bi nîgarkêşîya jêhatî ya karîkatorî belav bûye, ku di pêvajoya 60 salan de pisporî di vî warê hunerî de hebû.
Karîkatorên wî di rojnamên Amerîkî û Almanî de jî, hatine weşandin, û pêşangehên wî li Japonya jî hatine pêşkeş kirin.
Kambiz Derambaxş yê hunermend bi kesayetiya xwe ya sade û normal navdarbû, û hunera xwe bi hêl û xêzên sade çêdikrin.
Wezîrê Ragihandina Îranî Mohammad Mehdi Esmailî di daxuyaniyekê de got, "her çende ku Derambaxş koça dawî kir, lê mîrasê wî yê zengîn ku ji aliyê gelê Îranê ve tê fam kirin, dê heta hetayê libîra me bimîne".
Derambaxş sala 2014ê Xelata Fransî ya bi navê (Chevalier de l'Ordre des Arts) wergit, weke rêzgirtin li karên wî yên jêhatî.
Îran welatê herî li pêş yê Rojhilêata Navîn e, ku ji vîrûsa korona herî zêde ziyanbexç bûye.