Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şewata li Kampa Derbiderên Şengalê 3 Mirî Û 5 Birîndar


Kampa Koçberên Şengalê li Zaxo

Li kempa Birsivê/2 ji egerê şewtîna 5 xîveta 8 kes di bin qûrbanî. 3 kesan canê xwe ji dest dane ku hersê kes ji yek malbatin bav û 2 zaro, bûyere ji egerê pirsgirêkeke elktirîkê rûdaye û ew kesên şewtîn li nexweşxanêne li jêr çavdêriyê de ne. Li gor çavkaniyên nexweşxanê rewşa 2 birîndaran nebaşe.

Welatî Xalid ku ew kesê gehiştî cihê bûyerê bo Dengê Amerîka got "Zilamî zaroyekê xwe ji xîvetê derxist û çû yên din rizgar biket, lê bêhna wî teng bo ket û hewa dijwar bo agir bi tev xîvetê keft û ew 2 zaro mirin, yên din min bi otombîla xwe gihandin nexweşxanê.

Heyat dayka 2 zaroyên şewtî got "kes li benda hewarên me nayê 5 xîvet şewtîn û 3 kes mirin zaroyên min jî di şewtîne û 2 yên din birine nexweşxanê eve çende daxwazê di kîn seyareke agirvemirandinê bo me bînin kempê lê kes di hewara me nayê.

Li Kampa Derbiderên Şengalê Şewat Derket 8 Kes Dibin Qurban
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:46 0:00

Li Kampa Bêrsivê/2 1500 malbat, 7007 kes lê hene ji Mislman û Êzdîyan xelkê Şengalêne pêk tê, ji dema ku DAIŞê sala 2014an êrişî Şengalê kirbû heta niha beşek ji xelkê Şengalê di wê kampê de dijîn, jiyanek pir dijwar.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00

XS
SM
MD
LG