Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Rûdana Trafîkê li Nêzî Kampa Arîşa Rewşa Hin Birîndaran Giran E


Di bûyereke trafîkê ya ser rêya kampa Arîşa ya başûrê Hesekê de, yek kes roja Sêşemê jîyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.

Karbidestên Kurd ragihand ku rewşa hin birîndaran giran e.

Di hindurê trombîlê de rêvebir û karmendên Desteya Karûbarên Şehîdan ya Rêvebirîya Xweser, ku li kampa Arîşa dixebitîn, hebûn.

Li gorî ku hate ragihandin, sedema bûyerê ew bû ku dema karmend bi trombîla xwe diçûn karê xwe li makîneyeke din ya barhilgir qelibî.

Mehmûd Kero, Berpirsê Kampên li Herêma Cizîrê got ku tevî hemû ked û xebatên jibo penaberên li kampên Bakur û Rojhilata Sûrîyê, karmendên wan di bin metirsîyê de ne.

Kero dîyar kir ku rewşa 3 birîndaran baş bûye, lê 3 yên din di rewşa xirab de ne.

ZO_Kampa_Aisa_Rûdan_7_18_19
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:53 0:00

XS
SM
MD
LG