Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jibo Derbiderên Efrînî Kampeke Nû Tê Ava Kirin


Bi hatina zivistanê, şaredarîya gel li gundê Zaretê yê Şêrewa kampeke nû ji penaberên Efrînî re ava dike.

Şaredarîyê zemîna kampê duz kiriye, herwiha jibo danîn û vegiritina çadiran jî yedekên pêdivî standine.

Rêvebira kampê Semîra Ebdulrehman dibêje ku ku ew meh û nîvek in wan dest bi ava kirina kampê kiriye.

“Malbatên ku li mizgeft, dibistan, û xanîyên hilweşîyayî dimînin, wê li vê kampê werin bi cîh kirin. Şûnên ku ew lê dimînin, bi hatina zivistanê gelek nexweşî û pirsgirêk peyda kirine.”

Ebdulrehman dîyar kir ku şaredarîyê bi derfetên xweser ev kamp ava kiriye û ti rêxistinên mirovî destek nedaye wan.

Penaberên ku li kampê bi cîh bûne, dibêjin ku ew di rewşeke kambax û dijwar de dijîn û ti kes alîkarîya wan nake.

Derbiderekî bi navê Hesen bang li sazîyên mirovî dike ku bila berê xwe bide kampên li Şehba û destekê bide wan.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku nêzî 150 hezar penaberên Efrînî li herêma Şehba û bajarokê Şêrewa bi cîh bûne. Berê beşekî mezin ji wan li 4 kampan dijîn û kampa nû dibe ya pêncan.

NR_11_29_2018_Kampa_Veger
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00

XS
SM
MD
LG