Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Erdhêja Bîngolê de Kuştî û Birîndar Hene


Piştî erdhêjeke li Bîngolê (Arşîv)
Piştî erdhêjeke li Bîngolê (Arşîv)

Roja Yekşemê li bajarokê Kanîreşê ya Bîngolê (Çewlig) erdhêjek qewimî bû mezinahîya wê 5.7 bû.

Li Qerewolek qorîcîyek di bin kavilên cîyê çavderiyê de ma û jîyana xwe ji dest da.

Li gundên Kanîreşê bi dehan xanî rûxîyan û 18 kes birîndar bûn.

Erdhêjê herwiha bajarên Amed, Mûş, Elezîz, Erzîncanê jî hêjandin.

Li gor Çavdêrgeha Kandîllî bajarokê Kanîreş heta serê sibê 204 caran hêjîye.

Pisporên erdhêjê hişyar dikin ku ev erdhêj dikare bibe sedema erdhêjên nû yên hêzdartir.

Tirkîye li ser xetên erdhêjê ye û li bajarên Kurdan jî gelek caran erdhêjên mezin çêdibin.

Herî dawî di meha yekê de li bajarokê Sîvrîce ya Elezîzê erhêjek qewimîbû ku tê de 41 jîyanên xwe ji dest dabûn.

KHF_06_15_2020_Erdhêja_Kanîreşê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:38 0:00

XS
SM
MD
LG