Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kanada Hember Maytekirina Sîstema Hilbijartinê Di Hişyarî de Ye


Serokê Komîsyona Hilbijartinê ya Kanadî (Elections Canada) Stephane Perrault ragihand ku hekir anku êrîşvanên înternetî hewil didin ku di hilbijartinên meha Cotmehê hîn çalakî bikin.

Perrault got ku hekir dixwazin têkevin nav sîstema dengdanê ku bawerîya hilbijeran ya bi dengdanê û prosesa demokratîk bişkînin, ne ku bizava guhertina encamên hilbijartinê bikin.

Perrault bi bîr xist ku di hilbijartinên 2016’an ya li Amerîka û di referanduma Brexitê de maytekirinên derveyî ji sîstema dengdanê re hatin kirin, loma jî ew di hişyarîyeke asta bilind de ne û got wê hazirîyên wan xurt in.

Jêderên ewlehîya Kanadayî meha borî xema xwe ragihandibû ku çane xalên lawaz di sîstema dengdanê de hene ku hekir dikarin wna bi kar bînin.

XS
SM
MD
LG