Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Kanada Trudeau Ket Karantînê


Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau roja Pêncşemê dîyar kir ku jiber ku danûstandina wî bi pêketîyekî vîrusa korona re çêbûye ew ketiye karantînê.

Trudeu dîyar kir testa wî ya lezgîn ya vîrusa korona negatîf derketiye.

‘’Ez xwe baş hîs dikim û ez dê xebatên xwe ji malê bimeşînim. Baldar bin û ji kerema xwe vaksînan li xwe bidin.’’ Trudeau ji Twitterê nivîsî.

Jiber ku Trudeu dê pênc rojan di karantîna de bimîne ew dê roja Duşemê nikaribe beşdarî jinûve vekirina parlamanê bibe.

Trudeau ji Mijdara 2015’an vir ve serokwezîr e ku ew Îlona borî cara duyê hatibû hilbijartin.

Serokwezîrê Kanada Trudeau, di Adara 2020’an de piştî xanima wî Sophie bi vîrusa korona ketibû du hefteyan di karantînê de mabû.

Wezîra Derva ya Kanada Melanie Joly jî di nav de di çend mehên dawî de jimareke wezîrên Kanadayî bi vîrusa korona ketin.

XS
SM
MD
LG