Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kanada Endametîya Swêd û Fînlandîya ya NATO'ê Dipejirîne


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Kanada endametîyên Swêd û Fînlandîya ya ji bo tevlîbûna NATO pejirandiye.

Kanada bi vî awayî bû welatê pêşî ku qebûl kir Swêd û Fînlandîya di NATO de cîh bigirin.

30 endamên NATO do Sêşemê protokola ser qebûlkirina endamtîyên Swêd û Fînlandîya îmza kiribûn.

Bo her du dewlet bibin endamên NATO divê 30 endamên tifaqê endamtîyên wan li parlamanên xwe bipejirînîn.

Endamên civata jêrîn ya parlamana Kanada di serê Hezîranê de bi yekdengî piştgirîyên xwe yên bo endamtîyên Swêd û Fînlandîya eşkere kiribûn.

Wezîra Derve ya Kanada Melania Joly dîyar kir ku wan bi parlamanterên rikberîyê re jî danûstandin kiriye û biryara pejirandina her du dewletan daye.

Joly da zanîn ku wan xwestiye ku ew bibin welatê pêşî bo pejirandina Swêd û Fînlandîya.

Bi protokola hatiye îmza kirin, Swêd û Fînlandîya dikarin beşdarî civînên NATO bibin û dikarin îstîxbaratên tifaqê bistînîn.

NATO dibêje êrîşî dijî endameke tifaqê dijî temamê tifaqê ye, lê bo Swêd û Fînlandîya jî bi wê bendê werin parastin divê temamê 30 endamên NATO wan li parlamanên xwe bipejirînîn.

Çaverê ye peyvajoya li parlamanên endamên NATO bi qasî salekê bidome.

XS
SM
MD
LG