Kanada destûr da vaksîna vîrusa korona ya Pfizer – BioNTechê ku ew bo zarokên temenên wan di navbera 12 û 15’an de were karanîn.
Bi vî awayî Kanada li cîhanê dibe welatê pêşî ku bo wê koma zarokan destûra vaksînê dide.
Wezareta Saxlemî ya Kanada ragihand ku piştî ceribandinên klînîk yên faza 3’yan wan destûr daye.
Wî welatî berê jî biryar dabû ku vaksîna Pfizer – BionTechê bo kesên ji 16 salî mezintir were karanîn.
Çaverê ye ku Amerîka û Îsraîl jî di rojên pêş de vaksîna Pfizer – BioNTechê bo zarokên temenên wan di navbera 12 û 15an de bipejirînin.