Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Projeya Kanal Stenbol: Hikûmet û Rêxistinên Sivîl Hevdu Tawanbar Dikin


Li Tirkîye di navbera desthilat û opozîsyonê de dijberî û nîqaşên li ser projeya “Kanal Stenbol’ hene ku bi projeye di navbera Derya Reş û Derya Marmarayê de coheke çêkirî dê were ava kirin.

Cara pêşîn berîya heşt salan sala 2011’an de di dema serokomar Recep Tayyîp Erdogan serokwezîrbû ev proje hatibû rojevê.

''Ev proje yek ji projêya herî mezin ya vê sedsalê ye û ev kanal ji Kanalên Panama, Suveyş û Corinthê re nayê berhevdan,” Erdogan, dema danasîna projeyê de gotîbû û wê kanalê wek xeyala xwe ya herî mezin bi nav kiribû.

Li hember vê yekê berteke herî mezin ji alîyê bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ve tê dayîn. Wî li ser vê projeyê daxuyanîyek da û ew wek “Projeya kuştina Stenbolê” bi nav kir.

Rapora Lijneya Nirxandina Bandorên ser Jîngehê (ÇED) ji alîyê Wezareta Hawîrdor û Bajarvanîyê hat pejirandin. Li gorî raporê ev proje dê di 7 salan de were çêkirin û 75 mîlyar lira wê were xerç kirin.

Herwiha ev kanal dê di nav navçeyên Kuçukçekmece, Avcilar, Arnavutkoy û Başakşehîrê re derbaz bibe û dirêjahîya kanalê dê 45 kîometre be. Herwiha kanal 20.73 metre kûrayî û 150 metre firehîya wê dê hebe.

Jibo betalkirina projeye di gel opozîsyonê, hin rêxistinên civaka sivîl jî di nava tevgerekê de ne.

Yekîtîya Odeyên Endezyar û Mîmaran ya Tirkîyê (TMMOB) daxwaznameyeke îtîrazê amade kir û bi sedan Stenbolî bi vê daxwaznameyê serlêdan kirin.

Gelo sedemên van îtîrazan çî ne?

Mîmar Mucella Yapıcı ji projeya “Kanal Stenbol” re dibêje ev ne pêwîstîyeke ya Stenbolê ye.

“Tê îdîa kirin ku ev kanal dê trafîka Tengava Marmarayê rihet bike û wê kêrî aborîya Tirkîye were. Îdiaya rehetkirina trafîkê Tengava Marmarayê ne rast e. Heta niha nehatîye gotin, lê bi taybetî pêşnîyara xwestina avakirina avahîyan li her du alîyê kanalê û keştîyên neftê yên derbaz bibin jibo balafirgeha Stenbolê wê rîskan çêke."

Wê bal kişand ku betalkirina bendavan û xirakirina ekolojîyê ji Stenbolê re dê bandorên xirab çêke.

Yapici li ser Rapora Komîsyona Nirxandina Bandorên ser Jîngehê jî got ku ev rapor hêj nehatiyê qebûl kirin, lê ev rapor ji zanîstîyê dûr e û gelek nakokî di nava wê de hene.

XS
SM
MD
LG