Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afghanistanê Teqîna Bumbeyekê Sê Sivîlan Dikuje


Berpirsekî Afghanistanê dibêje teqîna bumbeyeke ser rê li parêzgeha Qendehar a başûrê welêt sê kesên sivîl kuştin.

Serokê polîsê parêzgehê general Tadeen Xan dibêje zarokekî biçûk di nav qurbaniyên teqîna îro Yekşemê de bû. Wî tevgera Talîbanê tawanbar kir.

Çekdarên Talîbanê bi awakî berdewam, bi çandina bumbeyên wiha, hêzên ewlekariya Afghanistanê dikin armanc, lê gelek caran ew bumbe bi sivîlan de diteqin.

Li parêzgeha Belx a bakurê welêt jî, Talîbanê deregî Şemiyê êrîşî xaleke polîs a vekolînê kir û 6 endamên polîs kuştin.

Peyvdarê serokê polîsê parêzgehê Adil Şah Adil dibêje çekdaran hêzeke nobedarên boriyeke gazê kir armanc.

Talîbanê berpirsiyariya êrîşê ragihand

XS
SM
MD
LG