Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kanî Xulam: Biryara Twitter ê Jibo Rêgirtinê Li Peyamên Tundûtîj Karekê Başe


Kanî Xulam, rêveberê Torê Peywendiyên Amerîka û Kurdan li DC gote VOA; biryaraTwitter ê Jibo rêgirtinê li peyamên tundûtîj karekê başe û divê heman biryar li hember tevaya serokên welatan bê stendin.

Serokê Amerîka Donald Trump fermanek serokatiyê morkir û hinek bendên yasayiyên parastina pilatformên mîdiya civakî (Facebook, Twitter, YouTube) pûçkirin. Bi morkirina wê fermanê, dibe doseyên qanûnî li dijî kempaniyên kû van saziyan birêve dibin, bê vekirin.

Piştî Twitter ê li van demên dawî gûman xistîn ser rastiya naverokê peyamên serok Trump, wî ew ferman morkir. Serokî got, van pilatformên mîdiya civakî azadiya bê sinûr heye û ew dixwazin parêzyaran bê deng bikin û mayê xwe dêxin helbijartinan.

Kanî Xulam, rêveberê Torê Peywendiyên Amerîka û Kurdan li Washington got; divêt Kongirês û dadgeh biryarê bidin ka eger guhertin bên kirin li ser qanûnên parastina pilatformên mîdiya civakî yan na. Wî gote VOA-Dengê Amerîka, biryara twitter ê jibo pêdaçonê bi ser rastiya peyaman û rêgirtinê li peyamên tundûtîj karekê başe û divê heman biryar li hember tevaya serokên welatan bê stendin.

Kani Xulam
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:40 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG