Ajansa Reuters li gûr berdevekê partiyên li herêmê radigehîne ku, Kurdên li Bakûrê Sûriyê amadekariyên qonaxa duyan ya hilbijartinên herêmî dikin, jibo hilbijartina palamenekê herêmî li destpêka sala 2018an.
Îbrahîm Îbrahîm berdevkê partiya Kurdên Sûriyê gotiye Reuters, 1 î Dîsemberê dê qonaxa duyan ya hilbijartinên civat û şaredariyên herêm û bajarên êne encam dan, di hilbijartinan de zêdetir ji 30 partî û hêzên siyasî û pêkhateyên li herêmê dê beşdar bibin.
Herêma Bakûrê Sûriyê destpêka Îlona bûrî dest bi hilbijartinên qonaxa yekê kir bûn ku têde 3700 şaredarî û komîne bo îdar xweser ya Sê herêmên li Bakûrê Sûriyê hat bûn hilbijartin, Îdar Kurdan ji sala 2011an ve hatîye avakirin, ji dema aloziyên Sûriyê destpê kir bû.
Kurd tevî hevlabendên xwe yên xwecihên li herêmê dixwazin wan Îdarek xweser hebe, di Dewleta Sûrî ya ne Nemerkezî de.
Kurdên li Bakûrê Sûriyê naxwzin weke Kurdên Bakûrê Îraqê referanduma cûdnûnê encam bidin, ya ku bûye sedema nerazîbûna Amerîka û civaka Navnetewî û her yek ji Tirkiyê, Îran û Îraq bi tûndî li dij rawestan.
Kurd bi hêvîne ku di qonaxa siyasî de û danûstendinan de li Bakûrê Sûriyê bibin xwedî herêmek Otonom, lê hikûmeta Sûrî pir caran gefên dijwar li wan kirîne û dixwaze desthilata xwe vegerîne wan hemû herêmên niha li jêr kontrola Kurdan û hêzên Sûriya Demokrat HSDê de ne.