Jiber rewşa siyasî ya ne aram li herêmên Kurdî, gelek caran Kurd rastî koçberî û dûrxistina bi zorê bûne û li hin welatên derveyî axa xwe bi cî bûne.
Wek Kurdên ku li Ermenistanê dijîn, êdî li wir civaka xwe ava kirine û jîyana xwe bi rê ve dibin, bê ku ziman û çanda bav û kalan xwe ji bîr bikin.
Helbestavana Kurd Karîna Osêyan yek ji wan Kurdên Ermenistanê ye, ku li wir ji dayik bûye û salên dirêj li vir jîyaye û perwerdeya xwe kuta kiriye.
Karîna dibêje ku malbata wê ji alîyê Qersê koçberî Ermenistanê kiriye û ew li wir ji dayik û bavekî Kurdên Êzîdî hatiye dinê.
Karîna dibêje ku malbata wê bi hewldanên mezin xwestin ku zarokên xwe li ser ziman û çanda bav û kalan mezin bikin.
Ew li bajarê Gumiryê (Lênînakanê) Ermenistanê ji dayik bûye û ji zaroktîya xwe perwerdeyî helbest û zargotina Kurdî bûye û bandora hin helbestvanên Ermenî û yên Rûsî jî li nivîsîna wê kiriye.
Karîna ji sala 2012an vir ve li Fransa dijî û wê berî demeke kurt helbestên xwe bi navê "Bêdengîya Xerîbîyê" çap kiriye.