Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ermenîyên Qarabaxê Dibêjin Ew Dawî li Rêvebirîya Xwe Tînin


Hikûmeta Ermenîyên Qarabaxê îro Pêncşemê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku ewê dawî li hebûna xwe û hemî dezgehên xwe yên li heremê bîne.

Biryar ji alîyê serokê rêvebirîya Ermenîyan li Qarabaxê Samvel Shahramanyan hat îmza kirin.

Dewletoka ku Ermenî wek Komara Artsakh bi nav dikin, berî 30 salan hatibû damezirandin, lê Ermenistan jî di nav de, ti dewlet ew nas nedikir.

“Hemî dezgehên revebirîyê yên Komara Artsakh wê heta 1’ê Rêbendanê werin hilweşandin” daxuyanîyê got û li ber e Ermenî, herêma Qarabaxê bi fermî radestî Azerbaycanê bikin.

Ev biryar jibo Azerbeycan û serokê wê, Îlham Alîyev serketineke mezin tê nirxandin ku ser heremeke kêşeba, piûtî 30 salan serwerîya xwe dîyar dike.

Lê, rewşa Qarabaxê bona Ermenîyan têkçûnek giran û trajedîyeke netewî ye. Ermenistanê ragihand ku heta îro Pêncşemê nêzî 70 hezar kes ji Qarabaxê derbazî axa wê bûne.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan îro ji Ajansa Interfaxê re got ku nirxandina rewşê nîşan dide ku di rojên pêş de wê li Qarabaxê ti Ermenî nemîne.

Paşînyan got ku kiryarên ku li Qarabaxê diqewimin tunekirina etnîkî ye.

Azerbaycan vê tawanbarîyê red dike û mafên Ermenîyan garantî dike û dibêje ku ew li Ermenîyan zexte nakin ku ew ji Qarabaxê derkevin.

Lê, Ermenîyên Qarebaxê dibêjin ku ew ji vê sozê bawer nakin jiber ku di navbera her du alîyan de dîrokeke dirêj ya xwînrijandinê heye.

Amerîkayê û welatên din yên Rojavayî ser krîza mirovî ya li heremê hişyarî didin û ji rexistinên navnetewî dixwazin ku çavdêrîya kiryarên Azerbaycanê yên dijî Ermenîyên li herêmê bikin.

Samantha Power, seroka Ajansa Amerîkî ya Pêşvêbirina Navnetewî (USAID) vê hefteyê gotibû ku wê dijî sivîlan raportên pir xemgîn yên tundîyê bihîstine.

Ofîsa Alîyev do Çarşemê got ku mafên Ermenîyan, mîna hemî kêmanîyên din wê bi qanûnê were parastin.

Alîyev hefteya borî gotibû ku ti pirsgirêka wî bi Ermenîyên Qarabaxê re tuneye, lê wî rêberên Ermenîyan tawanbar kiribû û gotibû ku ewê werin darizandin.

Serokê berê yê hikûmeta Qerebaxê Ruben Vardanyan do Çarşemê dema ku dixwest derbazî Ermenistanê bibe, hatibû girtin.

Dezgeha Ewlekarîya Azerbaycanê îro Pêncşemê got ku Vardanyan bi fînansekirina terorê û bi bi qaçaxî ketine nava axa Azerbeycanê tê sucdar kirin.

Şêwirmendê Seroktîya Qarabaxê David Babayan jî bi daxuyanîyeke nivîskî ya ser Facebookê da zanîn ku wî bi dilxwazî xwe radastî Azerbaycanê kir.

XS
SM
MD
LG