Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Silo Dirboyan: Çekdarên Sûrî di Şerê Karabaxê da Dîl Hatine Girtin


Piştî alozî û şerên li herêma Nagorno – Qarabxê ya nakokbar di navber Azerbaycan û Ermenistanê da di salên 1990an da û agirbesta sala 1994ê, ev zêdetirî 5 rojane şer li heman herêmê dom dikin.

Çavdêrîya Sûrî bo Mafên Mirov (SOHR) herwiha ajansên weke Reuters di rojên borî da di raportên xwe da dan diyar kirin ku Tirkiyê sedan çekdarên opozisyona Sûrî ji herêma bakurê Sûriyê birine herêma şer ya Nagorno Karabxê da ku alîkariya artêşa Azerbaycanê bikin li dij yekîneyên Karabxê û Ermenistanê.

Doh Çarşemê Serokê Fransa Emmanuel Macron di axiftina xwe ya li Latviada gotbû ku daxuyanîyên Tirkîyê yên wek bi zimanê şer cesaretê dide Azerbaycanê ku herêma Qarabaxê jinûve bixe bin kontrola xwe ku ew yek jî nayê qebûl kirin, Macron got"Min daxuyanîya Tirkîyê ya bo piştgirîya Azerbaycanê dît. Bi nêrîna min ew daxuyanî ne baş e û xeter e".

Silo Dirboyan Serokê Kurdistan Komîte li Yerîvanê
Silo Dirboyan Serokê Kurdistan Komîte li Yerîvanê

Derbarê rewşa şer û rewşa sivîlan di nava şerên li herêma Karabaxê da Serokê Kurdistan Komîte ji Yerîvanê berêz Silo Dirboyan di hevpeyvîna li gel Dengê Amerîka da got "rewşa şer xerabe, şer ne tenê li herêma Karabxê dimîne, ew li temamiya hêla sinoran belav dibe."

Wek tê zanîn ku di serdema herêma otonom ya ku di çavkaniyên dîrokî da weke "Kurdistana Sor" tê nas kirin ku di serdema salên 1923 – 1929 li Karabaxê hatbû damezrandin gelek Kurd tevî grûbên din yên etnîkî li wê herêmê dijiyan, rêjeya Kurdan zêdetir ji 70% dihat texmîn kirin.

Li ser rewşa Kurdên li herêma şer berêz Silo Dirboyan dibêje, Kurd li wê herêmê nemane, piranya wan di serdemên cûda da hatin koçber kirin û sorgûn kirin.

Silo dibêje, di nava kesên ku ji Yerîvan û ciyên din yên Ermenistanê dixwazin bi dilxwazî beşdariyê di eniyên şer da bikin, Kurd jî di nava wan da hene, Kurd Ermensitanê weke welatê xwe dibînin.

Derbarê beşdariya Kurdan Silo dibêje, doh peyvdarê bi navê artêşa Ermensitanê di daxuyaniyekê da behsa Kurdekî cengawer kirîye û gotîye, wî Kurdî di şer da lehengiyek weha kirîye ku dê pirtûk li ser wî bihên nivîsandin.

Ji bo tekez kirina kanê raste Tirkiyê çekdarên Sûrî anîne herêma şer bo piştevaniya Azerbaycanê, Serokê Kurdistan Komîte Silo Dirboyan dibêje, "belê raste, pêşî karbidestên Ermenistanê nedixwestin behis bikin, lê niha bi eşkra behs dikin û dîmen û wêneyên wan di mediyayê tên weşandin, yên ku dîl hatine girtin, Tikiye her yekî 150 dolaran dide wan."

Li gor hin raportên ku dibêjin, şervanên partiya Karkerên Kurdistan PKK beşdarî şerê li Karabaxê bûne û alîkariya Ermenistanê dikin, Silo Dirboyan got ku ew saziyeke sivîlin û têkiliya wan bi pirsên leşkerî ra tuneye, ew ne bi erê ne bi na nikarin bersivê bidin.

Hevpeyvîna bi Silo Dirboyan ra
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:52 0:00


XS
SM
MD
LG