Serokê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu got ku Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu jibo ewlekarîya hilbijartinan fikaran çêdike.
Karamollaoglu bi bîr xist ku Soylu hem wezîr e û hem berbijar e û got ku ew nizane ku ewê çawa bawerîyê bi wî bîne.
Partîya Saadetê, ku wek partîyeke konservatîf tê nas kirin, di hilbijartina serokomarîyê de piştgirî de berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu.
Li ser pirseke derbarê helwesta konservatîfan jibo Kiliçdaroglu, Karamollaoglu got ku li bajarên konservatîfên wî zêde ne jî jibo Kiliçdaroglu bertekên erênî û baş têne nîşan dan.
Karamolloaglu dîyar kir ku ti kes nikare li hember îradeya gel bisekine û got ku bi rêkên gurkirina girjîyê desthilat nikare di hilbijartinan de bi ser keve.
Tirkîye dê jibo hilbijartina serokomar û parlamanteran vê Yekşemê here ser sindoqan.
Piranîya anketan raber dikin ku berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu li hember desthilata Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berbijarê herî xurt e.
Jêder: Partîya Saadetê