Serokê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu, Serokê Partîya Memleketê Muharrem Înce jiber berbijarîya wî ya serokomarîyê rexne kir.
Karamollagolu dîyar kir ku Înce bi vê kiryara xwe piştgirî dide Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP).
‘’Eger tu piştgirî didî AKP’ê, derkeve bêje. Ev gav kêrî AKP’ê tê. Ez fehm nakim çima wisa dike.’’
Karamollaoglu got ku tdvî zarara Înce, ew bi hêvî ne ku namzetê wan di gera yekê de serokomar were hilbijartin.
Serokê Saadetê Karamollaoglu, Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî ser peywendîyên bi Îsraîlê re rexne kir.
Karamollaoglu îdîa kir ku niha li Rojhilata Navîn tekane dostê Îsraîlê, Erdogan e.
Partîya Saadetê di Hevpeymanîya Netew de ye û piştgirî dide berbijarê serokomarîyê yê wê hevpeymanîyê Kemal Kiliçdaroglu.
Jêder: Partîya Saadetê