Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karayilan bo BBC: PKK Amadeye bi Şert Çekên Xwe Danên


Serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê
Serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê

Nûçegihanê BBC Gabriel Gatehouse li Qendîlê bi Serokê Konseya Rêvebir ya KCK’ê Murat Karayilanî re hevpeyvîneke kir. BBC’yê ragihand ku Karayilan gotiye ger ku Tirkîye jî ji agirbestê re bêje erê, ew dikarin di bin çavdêriya Neteweyên Yekbuyî NY de çekên xwe danên. Hatiye ragihandin ku Karayilan destnîşan kiriye û gotiye, “Ger Tirkiye mafên çandî û siyasî yên Kurdan nas bike, em amadene ku çekan deynin her wiha ji bo çek danînê emê bang li serhildayan jî bikin.

Murat Karayilan di hevpeyvînê de diyar kiriye ku li ser gelê kurd zext û zor tê kirin. Serokê KCK destnîşan kiriye divê dewleta Tirk dawî li zext û girtinên siyasetmedarên Kurd û gelê sivîl bîne. Karayilan got; “Ger Tirkiye guhdarî van daxuyaniyên wan neke, ew ê mecbur bimînin ku “Serbixwebûna Demokratîk” rabigehînin.

BBC’yê di derbarê daxuyaniyên Karayilanî de xwestine ku hizrên rayedarên Tirk hîn bikin lê rayedarekî ku nexwestiye navê wî were eşkere bersiveke nêyinî daye û gotiye “weko edet dewlet li ser daxuyaniyên terorîstan şîrove nade”. Bilî vê agahiyê rayedarên dewleta Tirkîyê di derbarê vê nuçeyê de tu daxuyanî nedane.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG